Serokê Giştî yê HUDA PARê derheqê “hilbijartinên pêşwext” de daxuyanîya da

Zekerîya Yapiciogluyê Serokê Giştî yê HUDA PARê di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir, AK Partî û MHP di nav amadehîya hilbijartinekê de ne û ger ev qanûn ji meclîsê derbas bibe dibe ku qerara hilbijartina pêşwext bê dayîn.

Ekleme: 15.09.2021 16:05:34 / Güncelleme: 15.09.2021 16:05:34 / Xeberen Kurdi / Balıkesir Haberleri
Destek için 

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu û lijneya pê re di bergehên serdanên ku li herêma Marmarayê tên kirin de li Balikesîrê hinek serdanan kir û dû re bi endamên çapemenîyê re civîya.

Di civîna ku hat kirin de Yapicioglu derheqê bendava hilbijartinê û hilbijartina pêşwext de nirxandinan  kir.

Yapicioglu di nirxandina xwe ya ku kir de bendava hilbijartinê rexne kir û derbarê mijarê de wisa got: “Pergala ji sedî 10 a ku ji teref darbekerên leşkerî yên 12ê Îlonê ve hat anîn û pergaleke bêînsaf e. Divê ev bendav bi temametî bê rakirin.”

Di berdewama civînê de rojnamegerekî derheqê hilbijartinên pêşwext de pirsek kir ku Yapicioglu pirsa ku hat kirin wisa bersivand: “Partîya îqtîdarê û Erdogan bi israr dibêjin ku ew ê hilbijartin di wextê wê de bên kirin. Lê belê biya min îhtîmaleke mezin ew ê hilbijartinên pêşwext bên kirin. Lewra  ew ê derheqê namzedîya serokomartîyê ya Erdogan de nîqaş dest pê bikin û ew ê bê gotin kesekî ku du heyaman serokomartî kiriye nikare cara sêyemîn bibe serokomar. Ger tiştekî wisa bibe ji bo pêşîya van nîqaşan bê girtin dibe ku hilbijartinên pêşwext bên kirin.”(ÎLKHA)