Nêçîrvan Barzanî gihaşt Londrayê

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo hinek ziyaretan çû Îngîltereyê.

Ekleme: 15.09.2021 13:40:29 / Güncelleme: 15.09.2021 13:40:29 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin Barzanî ew ê di bergeha ziyaretên fermî de bi Serokwezîr Boris Johnson, Wezîrê Karên Derve Domînîc Raab û bi Wezîrê Parastinê Ben Wallace re hevdîtin bike.

Tê diyarkirin ew ê di hevdîtinan de geşedanên herêmî û pêwendîyên dualî bên gotûbêjkirin.(ÎLKHA)