Barzanî pêşwazî li Konsulê Giştî yê Brîtanya kir

Serokê PDKê Mesûd Barzanî pêşwazî li David Hunt Konsulê Giştî yê Brîtanya li Herêma Kurdistanê kir.

Ekleme: 14.09.2021 10:05:31 / Güncelleme: 14.09.2021 10:05:31 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di hevdîtinê de Barzanî, ji ber erk û karên wî hêviya serkeftinê ji bo Konsulê nû yê Brîtanya li Hewlêrê xwest û her wiha spasî Brîtanya kir ku di şerê DAIŞê de piştevanê hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bûye.

Her wisa  di vê hevdîtinê de Konsulê Giştî yê Brîtanya tekezî li ser berdewamiya piştevaniya welatê xwe ya ji bo Herêma Kurdistanê kir û xwazyarê berfirehtirbûna peywendiyan û pêşxistina hevahengiya di navbera Brîtanya û Herêma Kurdistanê di warên cûr bi cûr de bû.

Hilbijartina Cotmehê ya Encûmena Nûnerên Iraqê mijareke dinê vê hevdîtinê bû û herdu aliyan hêviya wê yekê xwestin ku hilbijartina were ya Iraqê bibe sedema guhertineke erênî û pêkanîna daxwazên xelkê Iraqê.(ÎLKHA)