Li Nîjeryayê êrîş li baregaha leşkerî hat kirin: 12 mirî

Di encama êrîşa çekdarî ya ku li parêzgeha Zamfarayê li baregaha leşkerî hat kirin de 12 kesên polês û leşker mirin.

Ekleme: 13.09.2021 14:09:46 / Güncelleme: 13.09.2021 14:09:46 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin li Mutumjiya ku 80 kîlometreyan ji Gusauya paytexta Zamfarayê dûr e êrîşa çekdarî li baregaha leşkerî hat kirin. Di encama êrîşa çekdarî de 9 personelên hêzên asîmanî, 2 polês û leşkerek mir û 3 leşker jî birîndar bûn.

Tê diyarkirin kesên êrîşkar bi qasî ku karibin çek û muhîmat digel xwe birin û baregahê şewitandin.(ÎLKHA)