Ji Wezareta Karûbarên Derve yê Tirkîyeyê derheqê hevdîtinên ku bi Misirê re tên kirin de daxuyanî

Wezareta Karûbarên Derve yê Tirkîyeyê derheqê hevdîtinên gera duyemîn ên hevpar ên ku bi Misirê re tên kirin de daxuyanîyek belav kir.

Ekleme: 08.09.2021 17:55:32 / Güncelleme: 08.09.2021 17:55:32 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de hat destîşankirin, hevdîtinên gera duyemîn ên  hevpar ên ku di navbera Tirkîye-Misirê de tên kirin, di navbera heyetên ku  jê re Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Tirkîyeyê Sedat Onel û Alîkarê Serokê Karên Derve yê Misirê Hamdi Sanad Loza serokatî dikir de hat kirin.

Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin hevdîtin di navbera 7-8ê Îlonê de li Enqerê hat kirin û dû re wiha hat gotin: “Di hevdîtinan de mijarên dualî, geşdanên li Lîbya, Suriye, Iraq, Filistîn û Behra Spî  ya Rojhilat û hinek meseleyên herêmî hatin gotûbêjkirin.”(ÎLKHA)