Weqfa Yetîman ji xwendekarên êtîm û sêwî re alîkarîya amûrên kirtasîyê kir

Temsîlkarîya Bajara Wanê ya Weqfa Yetîman di bergeha kampanyaya “Tu jî êtîmekî bide xwendin” de ji 110 xwendekarên êtîm û sêwî re alîkarîya amûrên kirtasîyê kir.

Ekleme: 08.09.2021 17:15:42 / Güncelleme: 08.09.2021 17:15:42 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Muhammed Ata Ozbeyê ku Dildarê Weqfa Yetîman derbarê alîkarîya ku ji bo xwendekarên êtîm û sêwî hat kirin de ji ÎLKHAyê re daxuyanî da.

Ozbey di daxuyanîya xwe ya ku da  de derbarê mijarê de got ku ew ji xwendekaran bûne alîkar û dû re wisa li daxuyanîya xwe zêde kir: “Ez di vê heyama nû ya perwerdehîyê de ji temamê xuşk û birayên xwe yên xwendekar re serkeftinê daxwaz dikim. Xweda ji temamê kesên xêrxwaz ên ku keda wan di vê alîkarîyê de heye razî be û xêra wan qebûl bike. Ji ber alîkarîya ku hat kirin him xwendekar û him jî em kêfxweş bûn. Ger hûn jî dixwazin êtîman kêfxweş bikin dikarin bi wasîteya weqfa me ji wan bibin alîkar.”(ÎLKHA)