Muhammed Ata Ozbeyê ku Dildarê Weqfa Yetîman derbarê alîkarîya ku ji bo xwendekarên êtîm û sêwî hat kirin de ji ÎLKHAyê re daxuyanî da.
Ozbey di daxuyanîya xwe ya ku da de derbarê mijarê de got ku ew ji xwendekaran bûne alîkar û dû re wisa li daxuyanîya xwe zêde kir: “Ez di vê heyama nû ya perwerdehîyê de ji temamê xuşk û birayên xwe yên xwendekar re serkeftinê daxwaz dikim. Xweda ji temamê kesên xêrxwaz ên ku keda wan di vê alîkarîyê de heye razî be û xêra wan qebûl bike. Ji ber alîkarîya ku hat kirin him xwendekar û him jî em kêfxweş bûn. Ger hûn jî dixwazin êtîman kêfxweş bikin dikarin bi wasîteya weqfa me ji wan bibin alîkar.”(ÎLKHA)