Çînê derheqê pêwendîyên bi hikûmeta nû ya li Efxanistanê de peyam belav kir

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de birêveberîya komunîst a Çînê destnîşan kir, ew amade ne bi hikûmeta nû re pêwendîyên xwe bidomînin.

Ekleme: 08.09.2021 15:35:36 / Güncelleme: 08.09.2021 15:35:36 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Çînê Wang Wenbin derheqê mijarê de daxuyanî belav kir.

Wenbin di daxuyanîya ku derheqê “ji teref Çînê ve nasîna hikûmeta nû ya li Efxanistanê” belav kir de destnîşan kir, ew li hember yekbûna axa Efxanistanê, serxwebûn û desthilatdarîya Efxanistanê rêzdar in.

Wenbin di berdewama daxuyanîya xwe de destnîşan kir, ew amade ne bi hikûmeta nû re pêwendîyên xwe bidomînin.(ÎLKHA)