Weqfa Yetîman ji bo xwendekarên dê sibe dest bi mektebê bikin, dest bi alîkarîyê kir

Weqfa Yetîman a ku berî niha ji bo zarokên ku dê sibe dest bi mektebê bikin xebat dabû destpêkirin, ji îro pêve dest bi alîkarîyên xwe kir û ji xwendekaran re amûrên kirtasîyê belav kir.

Ekleme: 05.09.2021 13:50:34 / Güncelleme: 05.09.2021 13:50:34 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Alîkarîyên ku berî niha di bergeha kampanyaya bi navê “Tu jî êtîmek bide xwendin” de hatibûn berhevkirin ji xwendekarên êtîm, feqîr û jar re hatin belavkirin. Di nav van alîkarîyên ku hatin belavkirin de amûrên mektebê yên mîna defter, qelem, jêbir û hwd. hene.

Kesên xêrxwaz ên ku dixwazin di vî warî de bibin wesîleya xêran dikarin alîkarîyên xwe li ser hesabên li jêrê yên Weqfa Yetîman razînin:

PTT HESAP NO: 14641620

ZİRAAT BANKASI IBAN: TR70 0001 0025 4782 5246 9450 01

VAKIF KATILIM IBAN: TR14 0021 0000 0002 7646 6000 01

KUVEYTTÜRK IBAN: TR93 0020 5000 0939 2451 6000 01 (ÎLKHA)