PYD/PKKê li Dirbêsîyê êrîş bir li ser ofîsa ENKSê

Hat ragihandin komekî ku girêdayî PYD/PKKê ye bi bombeyan êrîş bir li ser ofîsa ENKSê ya li Dirbêsîyê.

Ekleme: 05.09.2021 12:02:33 / Güncelleme: 05.09.2021 12:02:33 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Derbarê êrîşa ku hat kirin de ji teref Endamê Konseya Serokatîya ENKSê Silêman Oso ve li ser medyaya civakî daxuyanîyek hat belavkirin.

Oso di daxuyanîya ku belav kir de dîmenên ofîsa ku êrîş lê hat kirin parve kir û wisa got: “Vê şeveqê komekî ku girêdayî PYDê ye bi bombeyan êrîş bir li ser ofîsa me ya li Dirbêsîyê.Di encama êrîşa ku hat kirin de di ofîsê de zirareke mezin pêk hat.Dirbêsîyê ew ê digel eşîr û partîyên xwe berxwedana xwe bidomîne.Dirbêsîyê ji van çalakîyên terorê yên mîna îro natirse.”(ÎLKHA)