Li Rihayê di navbera du koman de pevçûn: 1 jê giran 3 birîndar

Hat ragihandin li navçeya Eyyubîyeya Rihayê di navbera du koman de pevçûn derket.

Ekleme: 05.09.2021 10:25:17 / Güncelleme: 05.09.2021 10:25:17 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di encama pevçûna ku tê de dar û kevir hatin bikaranîn de 1 jê giran 3 kes birîndar bûn.

Kesên ku di pevçûnê de birîndar bûn bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê.

Di encama midaxeleya ku hat kirin de 3 kesên ku tevlî pevçûnê bûbûn hatin binçavkirin û derheqê pevçûnê de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)