Avrupa Yetim Eli li Cizîr û Qoserê ji zarokan alîkarîya amûrên mektebê kir

Sazîya Alîkarîyê ya Navneteweyî Avrupa Yetim Eliya li derveyî welêt û li hindirê welêt xebatên alîkarîyê dike vêcarê li Qoser û Cizîrî ji zarokan re alîkarî kir.

Ekleme: 05.09.2021 10:05:32 / Güncelleme: 05.09.2021 10:05:32 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Sazîya alîkarîya li Qoser û Cizîrê ji zarokên êtîm re alîkarîya amûrên mektebê kir û wana  kêfxweş kir.

Derbarê alîkarîyên ku hatin kirin de ji teref Mehmet Alî Aysuyê ku temsîlkarê dildar ê sazîyê ye ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Aysu di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir ew li Cizîr û Qoserê ji bi sedan xwendekaran re alîkarî belav kirin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ew ê roja duşembê li welêt mekteb dest pê bikin. Ji ber vê yekê me xwest ku ji zarokên êtîm re alîkarîya amûrên mektebê bikin. Di vê bergehê de me li Cizîr û Qoserê xebat da destpêkirin û ji gelek xwendekaran alîkarî kir.Xweda xêra wan xêrxwazên ku ji vê yekê re bûn wesîle qebûl bike.”(ÎLKHA)