Li Rojhilat qeza: 16 mirî 12 birîndar

Di encama qezaya ku li herêma Kamyarana Kurdistana Rojhilat pêk hat de 16 kes canê xwe ji dest da û 12 kes jî birîndar bûn.

Ekleme: 02.09.2021 15:25:12 / Güncelleme: 02.09.2021 15:25:12 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin otobuseke rêwîyan a ku ji bajara Merîvanê ji bo ziyaretê diçû  ziyareta qebra Weysel Qaranî li nêzî gundê Palingê qeza kir.

Di encama qezaya ku pêk hat de 16 kes canê xwe ji dest dan û 12 kes jî birîndar bûn.

Kesên ku birîndar bûn bi helîkopteran hatin birin nexweşxanê.(ÎLKHA)