Li Dêrsim, Çewlig û Bidlîsê şewatên daristanê berdewam dikin

Şewatên daristanê yên ku berî vê çend rojan li Dêrsim, Bidlîs û Çewligê dest pê kiribûn ji ber tesîra bayê her ku diçin belavî zêdetir herêman dibin.

Ekleme: 01.09.2021 12:45:23 / Güncelleme: 01.09.2021 12:45:23 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin midaxele li şewatê tê kirin, lê belê hêj şewat nehatiye xistin bin kontrolê.

Derbarê mijarê de ji teref Midûrtîya Giştî ya Daristanan ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin, li Dêrsim, Bidlîs û Çewligê ji bo şewat bên tefandin xebat bênavber berdewam dikin.(ÎLKHA)