Li Rihayê qeza: Kesek mir û 2 kes jî birîndar bûn

Di encama qezaya ku li navçeya Bîrecûka Rihayê pêk hat de kesek canê xwe ji dest da û 2 kes jî birîndar bûn.

Ekleme: 31.08.2021 09:40:26 / Güncelleme: 31.08.2021 09:40:26 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Qeza li ser 87emîn kîlometreya rêbeja Riha-Entabê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin kamyona bi plaqeya 31 AGD 718 a ku ajokarê wê Silêman K. bû ji paşve li TIRa li pêşîya xwe qelibî.

Di encama qezaya ku pêk hat de kesê bi navê Silêman canê xwe ji dest dan û 2 kes jî birîndar bûn.(ÎLKHA)