Mesûd Barzanî pêşwaziya Serokê Fransayê kir

Serokê berê yê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwaziya Serokê Fransayê Emmanuel Macron kir.

Ekleme: 30.08.2021 08:04:04 / Güncelleme: 30.08.2021 08:04:04 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Piştî pêşwazîya ku hat kirin her du serok dest bi hevdîtinê kirin. Di hevdîtina ku li Hewlêrê hat kirin de pêwendîyên dualî, geşedanên herêmî û micadeleya li dijî DAIŞê hat gotûbêjkirin.

Di civînê de peywendiyên Hewlêr û Bexda û giriftên li ber proseya siyasiya Iraqê û hilbijartinên paşerojê ya Iraqê guftûgo kirin û her du alî hêvî xwestin ku hilbijartinên Iraqê bibê amrazeke baş ya dirustbûna guhertin û pêşveçûn û pêkanîna xwest û îradeya welatiyan.

Rewşa Şingal û Rojavayê Kurdistanê mijareke dinê vê hevdîtinê bû û Barzanî dilgiraniyên xwe yên li ser paşeroja Kurd li Sûriye bi Serok Macron gihand.(ÎLKHA)