Serokatîya Herêma Kurdistanê:Em êrîşên terorê yên li Kabîlê şermezar dikin

Ji teref Serokatîya Herêma Kurdistanê ve derheqê êrîşên ku li Kabîlê hatin kirin de daxuyanîyek hat belavkirin.

Ekleme: 27.08.2021 16:40:29 / Güncelleme: 27.08.2021 16:40:29 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de êrîşên ku hatin kirin hatin şermezarkirin û dû re wiha hat gotin: “Em wê êrîşa terorê ya  ku şeva pêncşemê li Kabîlê hat kirin û tê de bi dehan welatîyên Afganistan û Amerîkayê mirin, bi tundî şermezar dikin.Em ji bo malbat û hezkirîyên qurbanan  duakar in.”

Di encama êrîşên ku doh êvarî ji teref DAIŞê ve li Kabîlê hatin kirin de 103 kes canê xwe ji dest dabûn.(ÎLKHA)