Li Efxanistanê ji ber êrîşên ku hatin kirin hejmara mirîyan derket 131 kesan

Hat ragihandin li Efxanistanê ji ber êrîşên ku hatin kirin hejmara mirîyan derket 131 kesan.

Ekleme: 27.08.2021 14:55:27 / Güncelleme: 27.08.2021 14:55:27 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li Kabîla paytexta Efxanistanê doh li pey hev 6 êrîş hatin lidarxistin.

Di encama êrîşên bombeyî yên ku hatin lidarxistin de herî kêm 131 kes mirin û gelek kes jî birîndar bûn.

Kesên ku di êrîşan de birîndar bûn bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê.

Tê diyarkirin ji van 131 kesên ku mirin; 28 kes leşkerên Talîban, 90 kes sîwîl û 13 kes jî leşkerên Amerîka ne.(ÎLKHA)