Li Îzmîrê 191 koçber hatin girtin û 23 koçberên ku mahsûr mabûn jî hatin rizgarkirin

Hat ragihandin di encama operasyonên ku li Îzmîr û navçeyên wê hatin lidarxistin de 191 koçber hatin girtin û 23 koçberên ku mahsûr mabûn jî hatin rizgarkirin.

Ekleme: 27.08.2021 11:05:34 / Güncelleme: 27.08.2021 11:05:34 / Xeberen Kurdi / İzmir Haberleri
Destek için 

Derbarê mijarê de ji teref Fermandarîya Ewlehîya Beravê ya Tirkîyeyê ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin, di encama operasyonên ku li Îzmîr û navçeyên wê hatin lidarxistin de 191 koçber hatin girtin û 23 koçberên ku mahsûr mabûn jî hatin rizgarkirin.

Di berdewama daxuyanîyê de hat destnîşankirin, 214 koçber hatin birin Midûrtîya Îdareya Koçê ya Bajêr.(ÎLKHA)