Li Qonyayê tir û wesayîtek li hev qelibîn: 6 mirî

Di encama lihevqelibîna tir û wesayîtekê de 6 kes mirin.

Ekleme: 27.08.2021 10:30:39 / Güncelleme: 27.08.2021 10:30:39 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Qeza vê şeveqê li ser rêbeja Qonya-Aksarayê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin tira ku ajokarê wê Îsmaîl Y. bû û wesayîta ku ji hember dihat lihev qelibîn. Di encama qezaya ku pêk hat de 6 kes canê xwe ji dest dan û 2 kes birîndar bûn.

Kesên birîndar hatin rakirin nexweşxanê û derheqê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)