PKK ji cotkarên Silêmanîyê bi dara zorê xerec distîne

Hat ragihandin PKKyî li herêmên Pencwên û Şarbajêr gefê li cotkaran dixwe û bi dara zorê xerec ji wan distîne.

Ekleme: 26.08.2021 14:30:37 / Güncelleme: 26.08.2021 14:30:37 / Xeberen Kurdi
Destek için 

PKKyê ku li çar parçeyên Kurdistanê bûye bela serê Kurdan û ji Kurdan çavkanîya zirar û bobelatan e, vêcar jî zor û zordarîyê li cotkarên li herêmên Pencwên û Şarbajêr dike.

Li gorî agahîyên ku ji teref welatîyan ve hatine belavkirin PKKyî li li herêmên Pencwên û Şarbajêr gefê li cotkaran dixwe û bi dara zorê xerec ji wan distîne.

Her weke ku dê bê bîran di tîrmeha borî de PKKê li gundê Zelêya girêdayê bajaroka Heşoyê gef li gundîyekî bi navê Feqê Ehmedê ku heywanan xwedî dike, xwaribû û jê xerec xwestibû ku Ehmed vê daxwaza PKKyîyan bi cî neanîbû ku ji ber vê yekê PKKê êrîşî wî kiribû û ew birîndar kiribû.(ÎLKHA)