Qîza ku di bin TIRê de ma canê xwe ji dest da

Qîzika bi navê Elîf Çetîn a ku li Agirîyê hewl dida derbasî wî alîyê rê bibe di bin TIRê de ma.

Ekleme: 26.08.2021 09:15:33 / Güncelleme: 26.08.2021 09:15:33 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Bûyer li navçeya Taşliçaya Agirîyê pêk hat.Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin qîzika bi navê Elîf Çetîn a ku hewl dida derbasî wî alîyê rê bibe di bin TIRa bi plaqeya 38 BC 724  de ma.

Hat hînbûn Elîf Çetîn ji bo heywanên xwe biçêrîne xwest ku heywanan derbasî wî alîyê rê bike ku di wê kêlîyê de TIRê lê da.

Ajokarê TIRê R.K. ji teref cendirmeyan ve hat binçavkirin.(ÎLKHA)