Li Herêma Kurdistanê 21 kes ji Coronavîrusê mirin û 1921 kes bi Coronayê ketin

Ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Herêma Kurdistanê ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Ekleme: 26.08.2021 08:05:18 / Güncelleme: 26.08.2021 08:05:18 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de  derbarê mijarê de hat destnîşankirin, di 24 seatên dawî de  bi 1921  kesan re Coronavîrus hat tespîtkirin.

Di berdewama daxuyanîyê de hat destnîşankirin; di 24 seatên dawî de 21 kes ji  ber Coronavîrusê mirin. Bi vê hejmara dawî hejmara kesên ku mirin derket 5283 kesan; her wisa bi pêketina 1921 kesan hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketin derket li ser 283 hezar kesan.(ÎLKHA)