Barzanî pêşwaziya Serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasa kir

Serokê PDKê Mesûd Barzanî pêşwaziya Nurî Malikî Serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasa û şandeke li gel kir.

Ekleme: 25.08.2021 16:25:12 / Güncelleme: 25.08.2021 16:25:12 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di vê hevdîtinê de rewşa siyasî ya li ser asta Iraq û navçeyê û êrîşên terorê û gefên li ber proseya siyasiya Iraqê guftûgo kirin.

Her wisa di civînê de ronahî xistin li ser hilbijartinên paşerojê ya Iraqê û her du alî tekez li wê yekê kirin ku ji bo hilbijartin bibê sedema aramî û rasterêbûna proseya siyasî, pêwîste hilbijartin di dema xwe de bêne encamdan û mîsogeriya ewe jî hebê ku hilbijartineke pak û azad û dadperwerane li jîngeheke aram û dûrî li destkariyê birêvebiçê û her wiha hemû aliyek jî rêz li encama hilbijartinan û îradeya gel bigrin.(ÎLKHA)