Faşîzma li hember zimanê Kurdî berdewam dike

Dîdem Arslana ku pêkşêkvana bernameyeke taybet e, ji ber pîreka ku li ser telefonê beşdarî bernamê bû Kurdî xeber da destnîşan kir “Ev der Komareya Tirkîyê ye. Em zimanê Rojhilat(Kurdî) nizanin.”

Ekleme: 25.08.2021 09:45:29 / Güncelleme: 25.08.2021 09:45:29 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Doh ji RIhayê pîrekeke Kurd a bi navê Tirkan Taşçi  bi telefonê beşdarî bernameya ku ji teref Dîdem Arslan ve li ser Show Tv tê weşandin bû û ji ber ku bi Tirkî nizanibû Kurdî xeber da. Dema ku Tirkan kir bi Kurdî xeber bide Dîdemê jê re bû asteng û wiha got:” Na!Na Tirkan Xanim. Divê em jî fam bikin.Ji kerema xwe re Tirkan Xanim ji ser xetê bigirin. Ew nikare bi vî awayî heqaret li qîzan bike, ez jî piçekî Kurdî fam dikim.Bi wê re xeber bidin, ger bi tirkî xeber bide em ê wê bigirin bernamê. Ev der Komareya Tirkîyê ye. Em zimanê Rojhilat(Kurdî) nizanin.”

Ji ber vê helwesta “nîjadperest û cudaker” ji ser medyaya civakî ji Dîdemê re bertek hat nîşandan û taga #haddinibildidemarslan hat vekirin.(ÎLKHA)