Li Amûdê Ofîsa PDK-S hat şewitandin

Hat ragihandin li Amûdê Ofîsa PDK-S ji teref kesên ku nasnameyên wan nediyar in ve hat şewitandin.

Ekleme: 24.08.2021 12:50:12 / Güncelleme: 24.08.2021 12:50:12 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Derbarê mijarê de ji teref Buroya Çapemenîyê ya Teşkîlata Amûdê ya PDK-Sê ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin, doh êvarî derdora seat 01.00ê de kesên ku nasnameyên wan nediyar e êrîş birin li ser avahîya PDK-Sê ya li Amûdê û dû re avahîyê şewitandin.

Li gorî daxuyanîyê şewat di encama xebata ku hat kirin de hat tefandin.

Li Kurdistana Rojava gelek caran êrîş li avahîyên PDK-Syê tên kirin ku li gorî rayedarên ENKSê kesên ku vê êrîşê dikin PYD bi xwe ye.(ÎLKHA)