Li Şemzînanê di herêma daristanî de şewat

Hat ragihandin li navçeya Şemzînana Colemêrgê di herêma daristanî de şewat derket.

Ekleme: 18.08.2021 16:25:28 / Güncelleme: 18.08.2021 16:25:28 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin şewat doh êvarî di herêma daristanî de derket. Ji bo şewat bê tefandin xebatên tefandinê hêj berdewam dikin.

Tê diyarkirin şewata ku hatibû xistin bin kontrolê ji ber tesîra bayê dîsa gûr bû.

Derbarê mijarê de ji teref Qeymeqamtîya Şemzînanê ve daxuyanîyek hat belavkirin. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de hat destnîşankirin, ji bo şewat bê tefandin xebatên tefandinê hêj berdewam dikin.(ÎLKHA)