Cotkarên ku qutbûna ceyranê protesto kirin rê ji trafîkê re girtin

Li navçeya Wêranşara Rihayê cotkarên qutbûna ceyranan protesto kirin rêbeja Mêrdîn-Rihayê ji çûyîn û hatinê re girtin.

Ekleme: 17.08.2021 17:15:18 / Güncelleme: 17.08.2021 17:15:18 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Bûyer îro derdora seat 10.00an de li 15emîn kîkometreya rêbeja Mêrdîn-Rihayê pêk hat.Li gorî daxuyanîya cotkaran di rojekê de ew nêzî 6-8 seatan bêceyran dimînin ku ji ber vê yekê ew gelek zêde mexdûr dibin.

Cotkarên Rihayî daxwaz ji rayedaran kirin da ku ji vê meseleyê re çareyekê bibînin da ku dawî li mexdûrîyeta wan bê anîn.

“Di rojekê de me 8 seatan bêceyran dimînin”

Cotkarê bi navê Huseyîn Bezek derbarê mijarê de nerazîbûna xwe anî zimên û destnîşan kir, ji ber qutbûnên ceyranê berhemên wan zirarê dibînin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ji ber vê meselê em mexdûr in. Berî niha di rojekê de 4 seat ceyran diçû, lê belê niha 8 seatan em bêceyran dimînin. Ji ber vê yekê pembû, garis û  berhemên me yên din ji bêavî ziwa dibin. Em ji vê derê bang li Wezîrê Çandinîyê, rayedarên partîyên siyasî û nexasim jî li serokomar dikin. Bila ji vê problema heyî re çareyekê bibînin.”

“Em heqê ceyrana xwe jî didin, lê sedema van çûyînan a ceyranê ji bo çi ye?”

Cotkarekî din ê bi navê Tahsîn Goren jî derbarê mijarê de wiha  got: “Pembû û garisê me ziwa bû. Rojê 8-10 caran ceyran diçe. Berhemên me tev ziwa bûn. Mazot bûye 7 lîre, gubre jî bûye 6 lîre. Temamê karê me bi ceyranê  ve girêdayî ye.Li malê nexweşên me hene, ji ber ku di vê germê de ceyran tune ye krîz derbas dikin. Her wisa amûrên me tev xera bûn. Em heqê ceyrana xwe jî didin, lê sedema van çûyînan a ceyranê ji bo çi ye?Bila rayedar ji vê yekê re çareyekê bibînin.”(ÎLKHA)