Henîyye bi Beraderê Serokê Ofîsa Sîyasî yê Talîban re hevdîtin kir

Îsmaîl Henîyyeyê Serokê Buroya Sîyasî yê Hamasê bi Beraderê Serokê Ofîsa Sîyasî yê Talîban re hevdîtin kir.

Ekleme: 17.08.2021 11:45:35 / Güncelleme: 17.08.2021 11:45:35 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di hevdîtina ku hat kirin de Henîyye ji ber ku li Efxanistanê dawî li îşxala Amerîkayê hat anîn Talîban pîroz kir.

Li gorî daxuyanîya ku hat belavkirin Henîyye di hevdîtinê de destnîşan kir, dawîanîna li îşxala Amerîka ji bo berxwedana gelê Filistînê û ji bo gelên din mînak e û ew hêvî dike ku ev yek bibe wesîleya xêr, yekîtî, hêz û aramîyê.(ÎLKHA)