HUDA PAR:Ji bo Kurdî veneqetandina kontejanan delîla berdewama polîtîkayên înkar û asîmîlasyonê ye

Berdevkê HUDA PARê Şehzade Demîr derheqê rakirina qedexeya nivîsandina bi Kurdî ya tezan û ji bo Kurdî veneqetandina kontejanan û geşedanên li Efxanistanê de nirxandinan kir.

Ekleme: 16.08.2021 14:25:33 / Güncelleme: 16.08.2021 14:25:33 / Xeberen Kurdi
Destek için 

“Ji ber bertekên ku hatin nîşandan birêveberîya zanîngehê guhartineke biçûk kir û qedexeya li ser zimanê Kurdî rakir”

Demîr di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir, berî vê 4 salan li Zanîngeha Dîcleyê di bernameya Edebîyat û Zimanê Kurdî ya lîsansa bilind de  bi Kurdî nivîsandina tezan hatibû qedexekirin ku di wê pêvajoyê de digel ku beş bi Kurdî ve jî tez bi Tirkî hatin nivîsandin. Demîr dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “Me wek HUDA PARê çendîn caran  ji bo ev qedexe bê rakirin daxuyanî da. Ji ber bertekên ku hatin nîşandan birêveberîya zanîngehê guhartineke biçûk kir û qedexeya li ser zimanê Kurdî rakir.Bi vî awayî astenga li ber nivîsandin bi Kurdî(Kurmanî û Zazakî) ji holê rabû ku ev yek gaveke musbet û muhîm e.”

“Ji bo Kurdî veneqetandina kontejanan delîla berdewamkirina polîtîkayên înkar û asîmîlasyonê ye”

Demîr di berdewama daxuyanîya xwe de destnîşan kir, di sala 2021ê de ji bo mamostetîyê 20 hezar kontejan hat vekirin ku di nav van de ji bo Kurdî bes 3 kontejan(2 Kurmancî- 1 Zazakî) hatin vekirin. Demîr dû re vê biryara kontejanan wia rexne kir: “Digel ku ji beşên Edebîyat û Zimanê Kurdî bi sedan xwendekar mezûn bûbûn jî di 4 salên dawî de bes tayîna 7 mamosteyên Kurdî hat kirin. Digel ku Kurdî piştî zimanê Tirkî zimanê ku pê herî zêde tê xeberdan be jî jê re kontejan nayê veqetandin ku ji bo Kurdî veneqetandina kontejanan delîla berdewamkirina polîtîkayên înkar û asîmîlasyonê ye.Bi van polîtîkayên ku berdewam dikin heqên hebûna wan zimanên ji bilî Tirkî ya i adên kamûyê de tê xespkirin. Ev rewş tê manaya, redkirina şexsîyet û çanda qedîm û nasnameya wan welatîyên ku bi wî zimanî xeber didin. Hêj li Tirkîyê ji bilî Tirkî bi zimanekî din perwerdehî nikare bê dayîn.Li ber dayîna perwerdehîya bi zimanên astenga qanûnî heye. Divê ev asteng tev bên rakirin. Her wisa ji bo îxtîyaca mamosteyên Kurdî ya li mekteban bê tedarikkirin divê qadroyên pêwîst bên vekirin û mamosteyên ku li benda kadroyê ne zêdetir neyên mexdûrkirin.”

Geşedanên li Efxanistanê

Demîr di berdewama daxuyanîya xwe de derheqê geşedanên li Efxanistanê de jî di bîran xist ku Talîban doh ket Kabîlê û kontrola Efxanistanê bi temametî ket bin kontrola Talîban û Serokê Dewletê Eşref Ganî jî welêt terk kir. Demîr dû re wiha got: “Ji ber ku hêzên bîyanî bi temametî ji Efxanistanê derketin ev yek meriv kêfxweş dike. Ev geşedanên ku li Efxanistanê rû didin ji bo Efxanistanê demajoyeke muhîm e. Pêdivîya Efxanistanê ya ku ev bû bi dehan sal lê şer û pevçûn heye; aştî, hizûr û aramî ye. Êdî divê dawî li wan êş û elemên ku gelê Efxanistanê dikşîne bê anîn. Ez hêvî dikim ku demajoya nû bibe wesîleya dawîbûna van êşan. Birêveberîya Talîbanê bi daxuyanîya ku belav kir destnîşan kir ku ew ê tu kes neyê cezakirin û dê efûya giştî bê îlankirin.Ev yek ji teref gelê Efxanistanê û raya giştî ya cîhanê ve bi memnunîyet hat pêşîwazîkirin.Ew dijmintîyên ku berî niha hatin kirin divê êdî bên jibîkirin û biratî û aramî li welêt hakim bibe.” (ÎLKHA)