8 sal ji ser qetlîama Rabîayê derbas bûn; lê zilm, îşkence û qetlîam berdewam dikin

​Di salvegera 8emîn a qetlîama Rabîa ya ku di 14ê Tebaxê de ji teref polês û artêşa di bin fermandarîya Sîsîyê darbeker ve li Misirê hat kirin de, li welêt ne ewlehî ne îstîqrara sîyasî û ne jî hizûr ma; lê belê neheqî, zilm û îşkence berdewam dikin.

Ekleme: 14.08.2021 10:30:21 / Güncelleme: 14.08.2021 10:30:21 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Berî vê 10 salan li welatên Ereban bo telebên azadîyê çalakîyên girseyî yên mezin dest pê kirin û ji vê atmosfera şoreşê re Bihara Ereban hat gotin.

Bihara Ereban di 17ê Berfanbara sala 2010an de li Tunusê bi xwe şewitandina firoşkarê seyyar ê ku piştî zabitaya jinik şeqamê lê da xwe şewitand dest pê kir. Xelkê Tunusê piştî xweşewitandina firoşkarê seyyar êdî di cihê xwe de nema sekinî û li dijî zilm, neheqî û tehdayîyê xwe berda kolanan. Piştî ku xelk li Tunusê xwe berda kolanan, welatên derdorê yên mîna Misir,Lîbya, Yemen û Sûrîyê jî di bin tesîra vê bûyerê de man. Ji van welatên Ereban, welatê ku herî zêde balan kişand li ser xwe Misir bû. Misir ji ber ku xwedîyê çand û erdnigarîya dîrokî bû û zêdetirî 100 milyon nifûsa wê hebû, Qahîra wek paytexta Bihara Ereban hat dîtin.

Li Misirê zîhnîyeta leşkerî ya darbaker ji Îngîlîzan ma

Misir di wextê xwe de parçeyeke axa girîng a Dewleta Osmanîyan bû û di sala 1882an de ji teref Îngîlîzan ve hat îşxalkirin. Digel ku di sala 1922an de Misir xweserbûna xwe îlan kiribe jî ewlehîya welêt di destê yekîneyên Îngîlîz ên li Misirê de bû. Îngîlîzan bo dahatûya xwe nedixwastin ji mewqîyên muhîm destê xwe bikşînin. Piştî îşxala ku kirin re li Misirê mekanîzmayên leşkerî ava kirin û nerasterast be jî Misirê têxistin bin kontrola xwe û li pey xwe zihnîyeta leşkerî ya darbê hiştin. Sîmayê ewil ê vê nîzama Îngîlîzan Cemal Abdulnasir bû. Nasir xwest ku Misirê bi zihnîyeteke leşkerî îdare bike û di bergeha vê zihnîyetê de gelek zêde zext û zordarîyan li camîayên Îslamî kir. Piştî Nasir, Enwer Sedat hat. Sedat bi hatina xwe ya serê îdarê gelek zêde peymanên ku nedihatin qebûlkirin bi siyonîstên terorîst re îmze kir. Sedat di sûîqesta ku lê hat kirin de hat kuştin û îdareya welêt kete destê Husnu Mibarek ku Misir 30 salan di bin dîktatorî û zilma wî de nalîye û êş û elem kêşand.

Di dewra Mibarek de di warê civakî, îqtîsadî û siyasî de gelek zêde êş û elem hatin kişandin

Di birêveberîya dîkta ya 30 salane ya Husnu Mibarek de li Misirê gelek ezîyet û cefa hatin kişandin. Rewşa nebaş a xelkê her ku diçû xirabtir û nebaştir dibû. Di dewra Mibarek de di warê civakî, îqtîsadî û siyasî de gelek zêde êş û elem hatin kişandin û zindanên Misirê  bi xortên camiayên Îslamî tije bûn. Ji ber êş û elemên ku dihatin kişandin û ji ber zilm û tehdayîya ku ji teref îdarê ve li xelkê dihat kirin ji sala 2004an pê ve xelk giranîya xwe da xebatên dijberî rejîma Mibarek. Ev yek heta sala 2011an ango pêvajoya şoreşê berdewam kir.

Artêş niyeta xwe ya rastî veşart

Dema ku di 25ê Çileya sala 2011an de xwepêşan dest pê kirin artêş di heyama ewil de wek polêsan hereket nekir. Digel ku Mibarek fermanan dide artêşa fermanên wî bi cî nedianî. Encax piştî hilbijartinên ku hatin kirin re di sala 2013an de derbe hat kirin  û derket holê ku artêş bendewar bû ku îdare bi temametî ji destê Mibarek û malbata wî derkeve da ku îdare bi temametî bikeve destê artêşê. Artêş di vê pêvajoyê de stratejîyeke wisa şopand.

Şehîd Muhammed Mursî di hilbijartinan de ji sedî 51,73yê rayan stand

Piştî ku  Husnu Mibarek ji îdareya Misirê vekişîya hikûmeta demkî hat damezrandin û di 28ê Mijdara sala 2011an de hilbijartinên Meclîsa Xelkê hatin kirin.  Di encama hilbijartinên ku hatin kirin de Partîya Edelat û Hurrîyetê ya ku şaxa siyasî ya Îxwanul Muslîmîn bû ji sedî 47ê dengan girt ku bi vî awayî di Meclîsa Xelkê ya Misirê de ji 508 kursîyan tev de 235 kursî ketin destê Partîya Edelat û Hurrîyetê ya ku şaxa siyasî ya Îxwanul Muslîmîn bû. Dîsa heman partîya ku şaxa siyasî ya Teşkîlata Birayên Misliman bû di 16-17ê Hezîrana sala 2012an de tevlî hilbijartinên serokomartîyê bû û  Şehîd Muhammed Mursî wek namzedê serokomarîyê nîşan da û di encama hilbijartinê de Mursî ji sedî 51,73ê dengan stand. Di encama hilbijartinê de Mursî wek serokomar hat hilbijartin.

Serkeftina partîyên Îslamî hêzên tarî yên li hundir û derve aciz kir

Digel temamê polîtîkayên xerakirinê û dabeşkirinê yên ku ji teref artêş û hêzên derve ve hatin kirin partîyên Îslamî di hilbijartinan de serkeftineke mezin bi dest xistin. Di netîceya vê serkeftina partîyên Îslamî de hêzên tarî yên li hundir û derve dest bi kemîn û planên xwe yên qirêj û kirêt kirin. Dema ku artêş dît di nav xelkê de yekîtî û digelhevî heye bo demeke xwe veşart û da alîyekê.Lê belê di vê navberê de jî artêş ji xwe re rihet nesekinî û planên xwe yên qirêj domand û bi şikleke veşartî di nav civakê de dest bi hereketên dabeşkirinê kir. Wek mînak; di nav camîayên Îslamî yên ku di pêvajoya şoreşê de bi hev re tifaq kiribûn de micadele dest pê kir. Li Misirê hema hema temamê şêx û aliman hatine asta damezrandina partîyê. Nexasim di dewra Mibarek de ji hinek koman re destûr nedihat dayîn da ku partîyê ava bikin, lê belê bo pêşîya Îxwanul Muslîmîn bê girtin ji wan re destûra avakirina partîyê hat dayîn û hetta ji vê yekê re hatin teşwîqkirin. Ji ber ku artêş çavkanîyên îqtîsadî di destê xwe de digirt, li welêt krîzên sûnnî hatin derxistin holê. Li herêma Sînayê hinek leystik hatin tezgahkirin û bo mudaxeleya leşkerî bingeh hat avêtin.

Rojên zor û zehmet li benda Şehîd Mursî bûn

Rojên zor û zehmet li benda Mursî bûn, lewra li hember wî xwepêşan dihatin lidarxistin û carinan  jî darazê jê re dibû asteng ku nûtîyan neke. Mursî biryar da ku Serokê Konseya Leşkerîya Bilind Tantavî malnişîn bibe. Di Yekê Berfanbara sala 2012an de referandûma makeqanûnê ya ku ji du heyaman pêk dihat hat kirin.Referandûm di heyama ewil de bi ji sedî 57ê dengan û di heyama duyemîn de jî bi ji sedî 64ê dengan ên erê hat qebûlkirin. Piştî encamên hilbijartinan Meydana Tahrîrê bi kesên laîk, sekuler û sosyalîst tije bû. Ji ber ku li welêt nîqaş zêde bûn û xwepêşan belav bûn, artêş di Yekê Tîrmeha sala 2013an de 48 seat wext da Serokomar Muhammed Mursî, da ku bûyerên li welêt çareser bike. Di netîceya 48 seatan de Serokomarê Misirê Muhammed Mursî ji wezîfê hat girtin.

Hat astengkirin ku ji Muhammed Mursî re destek bê dayîn

Serokomar Muhammed Mursî digel ku di hilbijartinan de ji sedî 52 deng standibe jî bes salekê li wezîfê ma. Di pêvajoya ku li wezîfê ma de di serî de di warê siyasî û îqtîsadî de her tim ji destekê mahrûm ma. Berî ku ji wezîfê bê dûrkirin bi mehan di sazî, daraz û medyayê de li hemberî wî kampanyayên dijber hatin destpêkirin. Ji ber ku di nava artêş û ewlehîyê de hêmanên ku destekê bidinê û piştgirîya wî bikin tunebûn, Muhammed Mursî ji wezîfê hat dûrkirin.

Serokomar Muhammed Mursî qerarên ku hatin dayîn qebûl nekir

Muhammed Mursîyê Serokkomarê Misirê  daxuyand ku ew tu sûcdarkirin û qerarên ku hatine dayîn qebûl nake û ew heta dawîyê li pey gotin û kiryarên xwe be. Xelkê ku dibû ku azadîya xwe û temamê hêvîyên xwe winda bike xwe berda kolanan û li Meydana Rabîa dest bi berxwedaneke mezin kir. Çawa xwepêşan dest pê kirin, artêşa Misirê dest bi êrîşan kir. Di qonaxa ewil de di 8ê Tebaxê de li ber avahîya Muhafizên Komarê yên Qahîreyê êrîşî li ser xelkê hat kirin û zêdetirî 50 kesan hatin qetilkirin. Dû re jî di 17ê Tebaxê de li ber Mizgefta Rabîa 80 kesên ku dijberên darbê bûn hatin qetilkirin.

Muhammed Mursî şehîd bû

Şehîd Muhammed Mursîyê ku serokkomarê hilbijartî yê Misirê bû bi şikleke plankirî ji teref darbekeran ve hat şehîdkirin.

Piştî ku Muhammed Mursî di niştinê de şehîd bû re di çapemenîya terefdarê  darbê de bernameyeke bi mijara “mirina ji nişka ve” hat tertîpkirin û hat xwestin ku şehîdbûna Mursî bê berewajîkirin; lê belê geşedanên ku rû dabûn û dan kuştina Şehîd Muhammed Mursî ya plankirî da ber çavan.

Problemên tenduristîyê yên Şehîd Muhammed Mursî û zextên ku li hember wî dihatin kirin dîrok bi dîrok wisa ne:

7ê Tebaxa sala 2015an

Mursî: Di 22yê Tîrmehê îdareya girtîgehê ji min re xwarin anî, ger min ew xwarin xwaribana ez ê miribana.

Adara 2017an

Parlementoya Îngîltereyê: Bi Mursî re nexweşîya kezeb, tansîyon, şekir û girçikê heye ku ev nexweşî dikarin bibin sedema mirina Mursî.

6ê Gûlana sala 2017an

Mursî ji malbata xwe re got: Heyata min di tehlûkê de ye.

13ê Mijdara sala 2017an

Mursî li mehkemê wisa got: Di warê  jiyan û sihhetê de problemên min ên cîddî hene.

19ê Mijdara sala 2019an

Mursî ji mehkemê teleb kir ku ew bi derfetên xwe bi xwe bê dermankirin.

29ê Mijdara sala 2017an

Mursî destnîşan kir, ew qerarên ku ji teref heyeta mehkemê ve di warê sihheta wî de hatine girtin ji teref îdareya girtîgehê ve nayên bicîanîn.

20ê Sibata sala 2018an

Mursî dema ku hat anîn mehkemê destnîşa kir nexweşîyên wî lê zêde dikin ku divê bi şikleke lez mudaxele li nexweşîyên wî bê kirin.

4ê Gûlana sala 2018an

Mursî li salona mehkemê destnîşan kir, niha çavê min ê çepê nabîne.

7ê Gûlana sala 2019an

Mursî li salona mehkemê got:  Sihheta min qet nebaş e, ez li ber mirinê me.

17ê Hezîrana sala 2019an

Şehîd Muhammed Mursîyê ku bi rayên xelkê bû Serokomar bi şikleke plankirî û qestî li ber çavên xelkê li salona mehkemê şehîd bû.

Qetlîameke mezin li Meydana Rabîa hat kirin

Ji ber xwepêşanên ku bênavber berdewam dikirin di 11ê Tebaxê de artêşa belavokek belav kir û ji xelkê daxwaz kir ku meydanan vala bikin. Lê belê xelk bi temamê hêz û qeweta xwe li ber darbê li ber xwe dida. Di 14ê Tebaxê de artêş cardin êrîşî li ser xelkê kir. Di êrîşa ku hat kirin de zilmeke mezin hat kirin û kon, war û nexweşxaneyên seyyar ên xwepêşandaran hatin şewitandin.Leşkeran, gelek Mislimanên ku li berxwe didan qetil kirin û bo cesedên wan ji holê rabikin pêşî eciqandin û dû re jî şewitandin. Dilê leşkeran bi vê yekê jî rihet nebû û Camîya Rabîa ya ku xwepêşandar xwe spartibûnê jî şewitandin. Dû re zarok û pîrek jî nav de tev de 700 kes di Mizgefta Fethê ya li Qahîrê êsîr hatin girtin. Di vê berxwedanê de hejmara wan bi şikleke teqez nayê zanîn lê bi hezaran Misliman hatin şehîdkirin. Dîsa di heman bûyeran de Esma Bîltaciya ku qîza Muhammed Bîltaciyê ji pêşîvanên Îxwanê bû ji teref nîşangiran ve hat şehîdkirin.

Ew kesên ku li Misirê darbeya leşkerî kirin ji welatên derve destekê distandin

Ew kesên ku li Misirê darbeya leşkerî kirin, ji teref exlebeyê welatên Kendavê, çeteya terorê û welatên mîna Urdunê ve dihat destekkirin. Ji ber wê yekê bû ku piştî darbê dijberîya Îxwanê li Siûdî û Mirnîşînên Yekbûyî yên Ereban bû polîtîkaya herêmî ku ev yek jî ne tesaduf bû. Qatar û Tirkîye ne di nav de, Neteweyên Yekbûyî, Yekîtîya Ewrûpa, Amerîka  di daxuyanîyên ku roja ewil ên darbê dan de daxuyandin ku ew birêveberîya Sîsîyê darbeker qebûl dikin. Misir piştî îdareya siwîl a ku salekê berdewam kir re dîsa ket destê leşkerîyê û ji teref leşkeran ve hat îdarekirin.

Darizandin û îdam

Piştî darbê, bi hezaran kesên ku endamên Îxwanul Muslîmîn bûn hatin binçavkirin. Ev darizandin heta roja me jî berdewam dikin. Heta îro ji bi hezaran kesan re cezaya îdamê hat dayîn. Muhammed Bedîîyê Murşîdê Îxwan, Serokomar Muhammed Mursî, Muhammed Bîltacîyê Sekreterê Giştî yê Partîya Edalet û Hurrîyetê ya partîya Îxwanê jî di nav wan de ji gelek kesan re cezaya îdamê hat dayîn. Muhammed Mursî bi hincetên mîna; bo Hamasê casûstî kirin, belgeyên veşartî ji Îranê re dayîn û li ber Qesra Îttîhadîyê kuştina xwepêşandaran hat sûcdarkirin.

Operasyon û navendên veşartî yên îşkencê

 Di vê heyama piştî pêvajoya darbê de ji teref hinek sazîyên mafên însanî ve hat tespîtkirin ku di zindanan de îşkenceyên gelek mezin li endamên Teşkîlata Birayên Misliman hatin kirin, bi mehan di tecrîtê de hatine girtin û nehatin tedawîkirin. Dîsa çendîn caran di çepemenîyê de derket holê ku di zindanan pîrekên Misliman marûzî îstîsmarê mane. Piştî demekê navendên îşkencê yên veşartî derketin holê. Derket holê ku li Îsmaîlîyeya bajêra Misirê di qerargaha El-Cela ya ku aîdî artêşê ye hepisxaneyeke bi navê El-Azulî ya veşartî  ji teref Abdulfettah Es-Sîsî ve hatiye avakirin û di vê girtîgehê de  piştî darbeya ku hat kirin re îşkenceyên gelek mezin bi sedan însanan hatine kirin. Navê Girtîgeha Azûlî di raporta ku ji teref Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ve hat amadekirin de cî girt û di raportê de hat diyarkirin ku li vê girtîgehê îşkence li gelek însanan hatiye kirin.

Sîsî çi qas bi sernakeve ew qas zilmê li xelkê dike

Îcratên Sîsî tu feydê nedan Misirê û roj bi roj bi paşve bir. Ew polîtîkayên Sîsî yên ku kêrî tiştekî nayên bûn sedem ku Misir sê qet zêdetir feqîr bibe. Îqtîsad hilweşîya, Giravên Tîran û Sanafîrê hatin firotin Siûd ku di rastîyê de ev girav ji îsraîlê çeteya terorê hatin firotin. Sîsî di lehê siyonîst û Yewnanîstanê de destê xwe ji hinek heqên Misirê yên li Behra Spî kişand. Dîsa destketîyên ku di dewra Mursî de di Çemê Nîl de hatin qezenckirin di dewra Sîsî de hatin windakirin. Ev polîtîkayên  zilm û zordarîyê û her wisa tehdayî û îşkenceyên ku hatin kirin  bûn sedem ku desteka xelkê ya ji sedî 80î dakeve ji sedî 10an.(ÎLKHA)