Ji ber bobelata lehîyê heta niha 40 kes canê xwe ji dest dan

Derbarê mijarê de ji teref AFADê ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Ekleme: 14.08.2021 09:25:30 / Güncelleme: 14.08.2021 09:25:30 / Xeberen Kurdi / Kastamonu Haberleri
Destek için 

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin, ji ber lehîya ku li Behra Reş a Rojava rabû li Kastamonuyê 36 û li Sînopê jî 4 welatî canê xwe ji dest dan.

Bi van hejmarên dawî ji ber bobelata lehîyê heta niha 40 kes canê xwe ji dest dan

Ji bo kesekî ku di lehîyê de winda bûbû bê dîtin xebatên lêgerînê berdewam dikin.(ÎLKHA)