Lehîzede: Me bawer nedikir ku tiştek wisa bê serê me

Şênîyên ku li navçeya Bozkurta Kastamonuyê di nav lehîyê de man hest û ramanên xwe û her wisa tirs û fikarên xwe yên ku di dema lehîyê de bi wan re peyda bûn ji ÎLKHAyê re vegotin.

Ekleme: 13.08.2021 18:20:53 / Güncelleme: 13.08.2021 18:20:53 / Xeberen Kurdi / Kastamonu Haberleri
Destek için 

Her weke ku tê zanîn doh li navçeya Bozkurta Kastamonuyê ji ber barana zêde lehî rabû û 29 kes ji ber lehîyê canê xwe ji dest dan.

Lehîzedeyên ku ji bobelata li navçeyê re bûbûn şahid derbarê mijarê de wisa axivîn.

“Me berî niha tiştekî wisa nebihîst û ne jî dît”

Şênîyê bi navê Bahattîn Kok destnîşan kir, baran ew qas zêde barîya ku em nikaribûn ji malên xwe derkevin derve û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Telefon nedikişandin. Lê car car em dikaribûn bi navçeyê re xeber bidin. Ji me re hat gotin ku Bozkurt bi temametî di bin avê de maye û gelek însan winda bûne û gelek kes jî mirine. Lê em nikaribûn ji gundê xwe derkevin. Lewra pir hilweşîyabûn û çem jî serve çûbûn. Me berî niha tiştekî wisa nebihîst û ne jî dît”

“Me bawer nedikir ku tiştek wisa bê serê me”

Enwer Çankaya jî di axavtina xwe de destnîşan kir, ew cara ewil bi tiştekî wisa re rûbirû mane û dû re wiha got: “Lehî di seat 11.00an de dest pê kir. Hemû tişt hema di nav deqîqeyekê de pêk hat. Temamê Bozkurtê di nav deqîqeyekê de di bin avê de ma. Piştî nîv seatî av vekişîya. Ji ber wê yekê em piçekî rihet bûn. Mezinên me ji me re gotin ku herî dawî di sala 1972yan de tiştekî wisa çêbûbû. Lê me nedît û ne jî tiştekî wisa hat serê me. Me bawer nedikir ku tiştek wisa bê serê me.”(ÎLKHA)