Birûskê li dewaran da: 9 dewar telef bûn

Li navçeya Arguvana Malatyayê di encama ketina birûskê de 9 dewar telef bûn.

Ekleme: 13.08.2021 12:50:27 / Güncelleme: 13.08.2021 12:50:27 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Bûyer li gundê Şotika Arguvanê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin ji ber barana ku zêde barîya 9 dewarên kesê bi navê Dawûd Çiplak ji bo lê bisitrin ketin binê darekî ku di wê kêlîyê de birûskê li wan da.

Di encama bûyera ku pêk hat de 9 dewar telef bûn.(ÎLKHA)