Li Kastamonuyê ji ber lehîyê hejmara mirîyan derket 9 kesan

Ji ber barana ku doh zêde barîya li Kastamonuyê barîya lehî rabû.

Ekleme: 12.08.2021 15:15:31 / Güncelleme: 12.08.2021 15:15:31 / Xeberen Kurdi / Kastamonu Haberleri
Destek için 

Ji ber lehîyê heta niha 9 kes canê xwe ji dest dan û gelek mal û kargeh di bin avê de man.

Derbarê mijarê de ji teref AFADê ve daxuyanîyek hat belavkirin. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin, ji ber lehîyê li Kastamonuyê 9 welatîyên me canê xwe ji dest dan û li Bartinê jî welatîyekî me winda bûye.

Li herêma lehîyê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê bênavber didomin.(ÎLKHA)