Ji Berdevkê AK Partî derheqê êrîşên ku doh êvarî li Sûrîyeyîyan hat kirin de daxuyanî

Omer Çelîkê Berdevkê AK Partî derheqê êrîşên ku doh êvarî li Sûrîyeyîyan hat kirin de daxuyanî belav kir.

Ekleme: 12.08.2021 14:15:30 / Güncelleme: 12.08.2021 14:15:30 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Çelîk di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir  li Enqerê kesekî bi navê Emîrhan Yalçin ji teref kesekî Sûrîyeyî ve hat kuştin û dû re navçeyê bûyer dest pê kirin.

Çelîk di berdewama daxuyanîya  ku belav kir de destnîşan kir failê kuştinê hatiye girtin ku ew êrîşên ku piştî vê meseleyê hatine kirin êrîşên provakatîf in û dû re wiha got: “Em nahêlin ku hinek kes li welatê me di bin kincê koçberîyê de provakasyontîyê bikin û dîsa em nahêlin ku êrîş li koçberan bê kirin.”(ÎLKHA)