Li Herêma Kurdistanê 19 kes ji Coronavîrusê mirin û 2069 kes bi Coronayê ketin

Ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Herêma Kurdistanê ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Ekleme: 10.08.2021 16:30:31 / Güncelleme: 10.08.2021 16:30:31 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de  derbarê mijarê de hat destnîşankirin, di 24 seatên dawî de  bi 2069  kesan re Coronavîrus hat tespîtkirin.

Di berdewama daxuyanîyê de hat destnîşankirin; di 24 seatên dawî de 19  kes ji  ber Coronavîrusê mirin. Bi vê hejmara dawî hejmara kesên ku mirin derket 4970 kesan; her wisa bi pêketina 2069 kesan hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketin derket li ser 258 hezar kesan.(ÎLKHA)