Li Rûsyayê di nexweşxaneyekê de şewat derket: 11 mirî

Hat ragihandin li bajara Vladikavkaza ku paytexta Osetyaya Bakur e di nexweşxaneyekê de şewat derket.

Ekleme: 10.08.2021 14:40:23 / Güncelleme: 10.08.2021 14:40:23 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Bûyer doh li Vladikavkazê di beşa acîl a nexweşxaneyekê  de derket. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin di encama şewata ku derket de 11 kes canê xwe ji dest dan.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin şewat ji ber teqîna ji boruya oksîjenê pêk hatiye.

Derheqê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)