Li Îranê 24 seatên dawî de 542 kes ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin li Îranê di 24 seatên dawî de 542 kes ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan û hejmara mirîyan derket 94 hezar û 15 kesan.

Ekleme: 08.08.2021 14:35:22 / Güncelleme: 08.08.2021 14:35:22 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Îranê ve hat belavkirin de hat diyarkirin, hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 94 hezar û 15 kesan û bi pêketina 39  hezar û 619 kesan din hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketin derket li ser 4 milyon û 158 hezaran.

Berdevka Wezareta Tenduristîyê ya Îranê Sîma Sedat Larî li Tahranê di civîna ku tertîp kir û daneyên dawî yên derheqê Coronavîrusê de bi raya giştî re parve kir.

Sedat di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de destnîşan kir di 24 seatên dawî de 542 kes ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan û dû re wiha got: “Li Îranê hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 94 hezar û 15 kesan û hejmara kesên ku bi wan re bi Coronavîrus hat tespîtkirin derket li ser 4 milyon û 158 hezaran.”(ÎLKHA)