Li cîhanê hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê mirin derket li ser 4 milyon û 290 hezar kesan

​​​​​​Ji ber Coronavîrusê li tevahîya cîhanê heta niha 4 milyon û 290 hezar û 728 kes mirin

Ekleme: 07.08.2021 09:15:27 / Güncelleme: 07.08.2021 09:15:27 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Mirinên ku ji ber Coronavîrusa ku li Wuhana Çînê derket holê û di demeke kurt de belavî temamê dinyayê bû pêk tên her ku diçin zêdetir dibin.

Li gorî agahîyê ku hatine wergirtin  hejmara kesên ku ji ber vîrusê canê xwe ji dest dane derket 4 milyon û 290 hezar û 728 kesan û hejmara kesên pêketî jî derket  202  milyon  û  430  hezar û 584  kesan.

Mirinên herî zêde yên ji ber Coronavîrusê heta niha li Amerîkayê pêk hatin. Li gorî daneyên dawî hejmara mirîyan li Amerîkayê derketiye li ser 632 hezar kesan.(ÎLKHA)