Li Stenbolê di depoyeke lojîstîk de şewat derket

Hat ragihandin li navçeya Esenyurta Stenbolê di depoyeke lojîstîk de şewat derket.

Ekleme: 06.08.2021 14:45:25 / Güncelleme: 06.08.2021 14:45:25 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Bûyer li Taxa Akşemseddîn pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin derdora seat 12.30î de ji ber sedemeke ku hêj nayê zanîn di depoyeke lojîstîk de şewat derket.

Piştî xeber hat dayîn re gelek ekîbên îtfaîyê hatin cihê bûyerê û midaxeleyî agir kirin. Di encama şewata ku hat kirin de zirareke mezin pêk hat.(ÎLKHA)