Di civînê de ku xanima Rêwaz Fayiq Seroka Parlemena Kurdistanê û şanda li gel Serokê Herêma Kurdistanê amade bûn, peywendiyên Herêma Kurdistan û Iraqê li gel Komara Îslamî ya Îranê, rewşa Iraq û Herêma Kurdistan û Îranê, aramî û warên alîkariyên hevbeş hatin guftûgo kirin.
Her du alî balkişandin li ser peywendiyên dîrokî yên Herêma Kurdistan û Komara Îslamî ya Îranê û tekez li ser bihêzkirina warên peywendiyên Herêma Kurdistan û Iraqê li gel Komara Îslamî kirin ku bi taybetî pêşxistina warê danustandinên bazirganî û parastina aramiya tixûb û navçeyê bi giştî.
Pêşhatên dawî û pêşxistinên navçeyê û çend mijareke dinê girîng û hevbeşbûn, beşeke dinê civînê bûn.(ÎLKHA)