Li Kamerûnê qeza: 16 mirî 30 birîndar

Li Kamerûnê otobuseke rêwîyan û kamyonek li hev qelibîn.

Ekleme: 06.08.2021 11:40:24 / Güncelleme: 06.08.2021 11:40:24 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Qeza li ser rêbeja Yaounde-Bertoua pêk hat. Li gorî agahîyên ku di medyaya Kamerûnê de hatine belavkirin otobuseke rêwîyan a ku 70 kes hebû û kamyoneke ku barê wê êzîng bûn li hev qelibîn.

Di encama qezaya ku pêk hat de 16 kes mirin û 30 kes jî birîndar bûn.

Kesên ku di qezayê de birîndar bûn bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê.(ÎLKHA)