Li Wanê û Colemêrgê lehî rabû:Pîrekek li ber lehîyê ket, bi dehan mal xera bûn û 500 mih telef bûn

Hat ragihandin ji ber barana ku doh li Wan û Colemêrgê zêde barîya li gelek herêman lehî rabû.

Ekleme: 05.08.2021 08:46:30 / Güncelleme: 05.08.2021 08:46:30 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin û dîmenên ku hatin qeydkirin ji ber barana zêde li navçeya Elbaka Wanê lehî rabû. Di encama lehîya ku li gundê Xaçkanê û li gundikê Onîkîdereyê gelek mal di bin avê de man û xera bûn.

Tê diyarkirin li navçeya Gevera Colemêrgê jî ji ber lehîyê 500 mih telef bûn.(ÎLKHA)