Walîyê Wanê derheqê lehîyê de daxuyanî da

Ji ber lehîya ku li Wanê pêk hat li gundên Esenyamaç û Mutluşarê zirareke mezin pêk hat û bi sedan heywan telef bûn.

Ekleme: 05.08.2021 08:46:28 / Güncelleme: 05.08.2021 08:46:28 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Mehmet Emîn Yilmazê Walîyê Wanê  çû herêma ku lê lehî rabû û derheqê lehîyê daxuyanîyek belav kir.

Yilmaz di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de destnîşan kir li herêmê dê tespîtên xisar û zirarê bê kirin û dû re wiha got: “Welatîyeke me li ber lehîyê de çû. Midaxeleya ewil ji teref muxtarê me ve hat kirin û niha welatîyê me li nexweşxanê ye.Ew ê baran berdewam bikin. Divê em dîqqet bikin.Nexasim divê em heywanên xwe di newal û gelîyan de neçêrînin.”

Qeymeqamê Elbakê Asim Solak jî derbarê mijarê de destnîşan kir: “Li gorî tespîtên ewil ji ber lehîyê 6 mal xera bûne, di 30 malan de xisar pêk hatiye û 18 heywan jî telef bûne.”(ÎLKHA)