Li Agirîyê lehî rabû

Ji ber barana ku zêde barîya li navçeya Bazîda Agirîyê lehî rabû.

Ekleme: 05.08.2021 08:46:15 / Güncelleme: 05.08.2021 08:46:15 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin ji ber barana ku doh di wextên nîvro de zêde barîya li navçeya Bazîda Agirîyê lehî rabû.

Ji ber lehîya ku rabû têketina û derketina gundê bi navê Ortilîya Bazîdî hat qedexekirin. Tê diyarkirin lehîyê zirar da erdên çandî.

Hat hînbûn ji ber lehîyê tiştek bi serê tu kesî nehat.(ÎLKHA)







Etiketler: