Li Efxanistanê ji ber lehîyê heta niha 113 kes mirin û 34 kes jî birîndar bûn

Hat ragihandin li Efxanistanê ji ber lehîyê heta niha 113 kes mirin û zêdetirî 100 xanî xera bûn.

Ekleme: 05.08.2021 08:46:02 / Güncelleme: 05.08.2021 08:46:02 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin li parêzgeha Nûristana Efxanistanê ji ber barana ku zêde barîya lehî rabû. Ji ber lehîyê heta niha 113 kes mirin, 34 kes birîndar bûn û herî kêm 100 xanî xera bûn.

Li herêma lehîyê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê berdewam dikin.(ÎLKHA)