Li Geverê gelek kolan û mal di bin avê de man

Hat ragihandin li navçeya Gevera Colemêrgê ji ber barana ku zêde barîya lehî rabû.

Ekleme: 05.08.2021 08:45:56 / Güncelleme: 05.08.2021 08:45:56 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin ji ber barana ku doh piştî nîvro ji nişka ve barîya kolan û mal di bin avê de man. Ji ber barana zêde rêbeja Gever-Colemêrgê ji trafîkê re hat girtin.

Hat hînbûn ji ber lehîya ku rabû tiştek bi serê tu kesî nehat.(ÎLKHA)