Serokê Giştî yê HUDA PARê Yapicioglu beşdarî tazîyeya malbata Kurd a ku jê 7 kes hatin qetilkirin bû

Zekerîya Yapicogluyê Serokê Giştî yê HUDA PARê û lijneya pê re pêkve çûn tazîyeya malbata Dedeogulariyê ku li Merama Konyayê êrîş li wan hat kirin û 7 kes ji wan hatin qetilkirin.

Ekleme: 05.08.2021 08:45:50 / Güncelleme: 05.08.2021 08:45:50 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Yapicioglu di tazîyeya ku beşdarî bû de ji bo kesên ku hatin qetilkirin rehmet û ji bo nasên wan jî sebrê ji Xwedê teleb kir.

Yapicioglu piştî ziyareta ku kir re ji endamên çapemenîyê re daxuyanîyek da.

Yapicioglu di daxuyanîya xwe ya ku da de destnîşan kir, ji mêj ve gelek bûyer û pevçûn çêbûne û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Mixabin her çi qas neyê xwestin jî ji mêj ve însan tên kuştin. Ew ê dîsa jî çêbibe. Lê belê ti carî weke bûyera ku li Meramê bi serê Dedeogullariyê de hatiye bûyerek pêk nehatiye. Ji heman malbatê pîrek û zarok jî di nav de 7 kes hatin qetilkirin ku di dîrokê de tiştên wisa kêm tên dîtin. Xweda sebrê bide nasên wan û ji bo wan jiyaneke bi bi xêr nesîb bike. Xweda êşên wisa neke nesîbê tu kesî. Bi rastî jî êş û elemeke pir mezin e. Ji xwe mirin tehl e, eger ev mirin wek mîna ya vê malbatê be wê demê tehltir e. Divê însan li hember êş û elema vê malbatê bi rêzdar bin û divê tu kes vê yekê li gorî berjewendîyên xwe bi kar neyênî.Ger ev yek bê kirin ev helwest jî bi qasî wê qetlîamê bêexlaqî ye. Ez hêvî dikim ku tu kes vê yekê neke.”

“Ger di nav civakê de bawerîya bi edaletê nemîne ev yek dê zirarê bide civakê”

Yapicioglu di berdewama daxuyanîya xwe de destnîşan kir, edalet ji tu tiştî nikare bê fedakirin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em hêvî dikin ku ev mesele bi temamê hûrgilîyên xwe bê ronîkirin. Ev tiştê ku hatiye kirin navê wê çi be bila ew nav lê bê kirin.  Heqê raya giştî heye ku vê yekê zanibin. Ger di nav civakê de bawerîya bi edaletê nemîne ev yek dê zirarê bide civakê.Ji ber vê yekê barekî giran dikeve li ser milên hêzên ewlehîyê û meqamên edlî.Pêşî divê ev mesele bi temamê hûrgilîyên xwe bê ronîkirin û pêwîst ji kesên berpirs hisab bê pirsîn. Cezaya ku heq kirine divê ji wan kesên mesûl re bê dayîn.Bi vê wesîleyê ez cardin ji yên wefat kirî re rehmet û ji yên mayî re jî sebrê daxwaz dikim.”(ÎLKHA)