Li Almanyayê ji ber lehîyê hejmara mirîyan derket 133yan

Hat ragihandin li Almanyayê ji ber barana zêde lehî rabû.

Ekleme: 17.07.2021 16:05:33 / Güncelleme: 17.07.2021 16:05:33 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di encama lehîya ku rabû de 6 avahî hilweşîyan, 133 kes mirin û zêdetirî hezar û 300 kesan jî winda bûn û agahî ji wan nayê girtin.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin li herêma lehîyê rewşa derasayî hat îlankirin.Li herêmê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê berdewam dikin.

Hat hînbûn lehî li Belçîkayê jî tesîrdar bûye û heta niha 20 kes li wê derê ji ber lehîyê mirine.(ÎLKHA)